Bendemana Tirsê / Oğuz Atay



Bendemana Tirsê
 
Bendemana Tirsê(Korkuyu Beklerken) tekane berhema Oğuz Atay a çîrokan e. Ev pirtûk ji heşt çîrokan pêk tê. Atay, ev çîrok di navbera 1972-1977’an de nivîsandine. Çîroka ku pêşî weşandiye Zilamê Mantospî ye. Di dû re çîroka Jibîrbûyî û Bendemana Tirsê nivîsandine. Ev her sê çîrokên pêşî di dema ku di bin bandora nivîskarên din de bêhtir maye nivîsandine. Gava mirov bala xwe dide van her sê çîrokan, hem ji alîyê teşe hem jî ji alîyê naverok û hûnandinê ve jî ji çîrokên mayî cihê ne. Di van çîrokan de tehma çîrokên Kafkaesk heye. Jixwe Atay jî di nivîsên xwe de pir pesinê Kafka dide û me haydar dike ku ji Kafka feyz standiye. Çîroka dawîyê jî Çîroknivîsên Li Ser Rêya Trênê-Xewnek e, ku êdî Atay nexweşekî giran e, berî mirina xwe ev gazin û gazî di vê çîrokê de ji xwendevanên xwe kiriye: “Ez li vir im xwendevanên min ên dilovan, hûn li ku ne gelo?”
Atay di çîrokên xwe de rêbaza namenivîsînê pir bi kar anîye, bes bi wê hunerwerîya xwe ya afirîner çîrok hûnandine ku ew rêbaza kevnbûyî nabe sersebeba acizîyê. Her çiqas ew dibêje ez ne yekî ewçend reşbîn im jî, gava mirov bala xwe dide berhemên wî, di gel henekpêkirinê-îronîyê tim bi dawîyeke reşbîn diqedin. Lehengên çîrokên wî wekî yên romanên wî kesên xweranegirtî, ji civakê dûrketî, nekirkêr û rewşenbîrên bejnkurt in. Atay di çîrokan de tevlihevî û nakokîyan diafirîne, vê hem ji bo ‘lêpirsîna mentiq û şayesandina şexsan bi kar tîne, hem jî ji bo balkêşkirin û qerfîkirina çîrokan dike. Wekî di hemû berhemên wî de, di çîrokên wî de jî hûrgilîyên dewlemend û barhilgir hene. Her weha çîroka Atay çîroka bîyanîbûnê ye; ji xwe re bîyanîbûn, ji civakê re û ji xwezayê re. Û rexneya vê bîyanîbûnê ye. Rexneya kesayetîyên kone, liyaxwe, nezan, dilxerab, kesayetîyên qelb. Axir Atay çi binivîse, çi mijar, hest û fikir bin bila be, di nivîsa wî de îronîyeke-henekpêkirineke xurt heye, teşe û puxte wisa qenc di nav hev de hatine hûnandin ku ev xwendina wê xweş û sivik dike.
Oğuz Atay wekî çavdêrê masîyên di binê gola qeşagirtî de, hatûçûyîna di ruhên mirovên civakê de dixwîne. Ew civakê baş nas dike, baş raçav dike û di gel xêr û gunehên wê di cenabê takekesên xwe yên girîft de radixe ber çavan
Bendemana Tirsê dawîya dawîyê çîroka tirsê ya nûjen e; tirsa mirinê, tirsa tenêtîyê, tirsa nedîyarîyê, tirsa jibîrbûnê, tirsa dûredestbûnê-veqetînê, tirsa windabûnê, tirsa hêzên nedîyar, tirsa ji rastîyê, tirsa ji civakê-mirovan, tirsa ji hebûnê... Çîroka tirsê tu caran weha bi zanabêjî ji alîyê tu kesî ve nehatiye sêwirandin. 

Brahîm Ronîzêr

Yorumlar