Kayıtlar

Havînek Bû Li Ber Sîka Îlonê

Resim
Havînek Bû Li Ber Sîka Îlonê / Ferit Edgü XIX   Tu zanî tenêtî çi ye lawo? Tu nizanî. Di vî emrî de tu qet nizanî. Tu zanî tenêtî di koxê de, bi hespan re çi ye? Tu nizanî. Tu kes jî nizane. Ne yekî piştxûz be û di koxê de bi hespên xwe re raneze, nizane. Ne tiştekî pir tirsnak e. Heta ne tirsnak e jî. Piçekê ji min bi wêde Canana Sêhrebend dimîne. Rojekê çûm balê. Min pirsî bê çilo bi tenê dijî. Got, Bi pisîkên xwe re. Ez jî bi hespên xwe re, min got. Rojekê min ji bavê te pirsî. Wî jî ew tişt got, Bi çûkan re. Heke tu hînî jîyana bi tenê bibî, tiştekî tu jê bitirsî namîne. Tê bi rûkenî li benda mirinê jî bî. Lê mirina hespê te tu kuştî, min got. Rast e, got. Dûvre lê zêde kir: Lê ne ez bûm yê mirî.  

Bendemana Tirsê / Oğuz Atay

Resim
Bendemana Tirsê   Bendemana Tirsê(Korkuyu Beklerken) tekane berhema Oğuz Atay a çîrokan e. Ev pirtûk ji heşt çîrokan pêk tê. Atay, ev çîrok di navbera 1972-1977’an de nivîsandine. Çîroka ku pêşî weşandiye Zilamê Mantospî ye. Di dû re çîroka Jibîrbûyî û Bendemana Tirsê nivîsandine. Ev her sê çîrokên pêşî di dema ku di bin bandora nivîskarên din de bêhtir maye nivîsandine. Gava mirov bala xwe dide van her sê çîrokan, hem ji alîyê teşe hem jî ji alîyê naverok û hûnandinê ve jî ji çîrokên mayî cihê ne. Di van çîrokan de tehma çîrokên Kafkaesk heye. Jixwe Atay jî di nivîsên xwe de pir pesinê Kafka dide û me haydar dike ku ji Kafka feyz standiye. Çîroka dawîyê jî Çîroknivîsên Li Ser Rêya Trênê-Xewnek e, ku êdî Atay nexweşekî giran e, berî mirina xwe ev gazin û gazî di vê çîrokê de ji xwendevanên xwe kiriye: “Ez li vir im xwendevanên min ên dilovan, hûn li ku ne gelo?” Atay di çîrokên xwe de rêbaza namenivîsînê pir bi kar anîye, bes bi wê hunerwerîya xwe ya afirîner çîrok h...