Havînek Bû Li Ber Sîka Îlonê


Havînek Bû Li Ber Sîka Îlonê /

Ferit Edgü

XIX

 

Tu zanî tenêtî çi ye lawo?

Tu nizanî.

Di vî emrî de tu qet nizanî.

Tu zanî tenêtî di koxê de, bi hespan re çi ye?

Tu nizanî.

Tu kes jî nizane.

Ne yekî piştxûz be û di koxê de bi hespên xwe re raneze, nizane.

Ne tiştekî pir tirsnak e.

Heta ne tirsnak e jî.

Piçekê ji min bi wêde Canana Sêhrebend dimîne.

Rojekê çûm balê.

Min pirsî bê çilo bi tenê dijî.

Got, Bi pisîkên xwe re.

Ez jî bi hespên xwe re, min got.

Rojekê min ji bavê te pirsî. Wî jî ew tişt got, Bi çûkan re.

Heke tu hînî jîyana bi tenê bibî, tiştekî tu jê bitirsî namîne.

Tê bi rûkenî li benda mirinê jî bî.

Lê mirina hespê te tu kuştî, min got.

Rast e, got. Dûvre lê zêde kir: Lê ne ez bûm yê mirî.

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Bendemana Tirsê / Oğuz Atay